Hat ragihandin ku tê plankirin gera nû ya hevdîtinên di navbera Îsraîl û Libnanê de di dîrokên 14 û 15’ê Gulanê de li Washington, D.C.’yê pêk werin.
Li gorî nûçeya ku Agence France-Presse û Reutersê dispêrin çavkaniyên navên wan nehatine eşkerekirin, berpirsekî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kir ku wê hefteya bê rojên Pêncwşem û Înê li Washingtonê di navbera Libnan û Îsraîlê de hevdîtin bên kirin.
Balyozên Îsraîl û Libnanê yên li DYA’yê, beriya niha di 14 û 23’yê Avrêlê de li Washingtonê civiyabûn. Piştî hevdîtina duyemîn a li Qesra Spî, Serokê DYA’yê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta ku ji 17’ê Avrêlê û vir ve di meriyetê de ye, sê hefteyên din hat dirêjkirin.
Trump her wiha eşkere kiribû ku ew li bendê ye Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun di "hefteyên pêş de" bên cem hev.
Lê belê, Joseph Aoun roja Duşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hevdîtina gengaz bi îmzekirina peymaneke ewlehiyê û "qedandina êrîşkariya Îsraîlê" ve girêdayî ye.